• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Ji Serokkomar Erdogan ji bo Reîsî peyama sersaxiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Erdogan ji ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyama sersaxiyê weşand û wiha got:

“Hêvî dikim ku Xwedayê mezin rehma xwe li hevkarê min ê hêja, birayê min û Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê birêz Îbrahîm Reîsî bike, ku mixabin em agahdar bûn ku di encama ketina helîkopterê de koça dawî kir.

Ji bo Wezîrê Derve yê Îranê û yek ji kesên din ên ku di heman helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane rehmetê dixwazim.

Di vê derbarê de sersaxiyên xwe yên kûr ji bo gel û hikûmeta dost û bira ya Îranê bi taybetî rêberê dînî yê Komara Îslamî ya Îranê birêz Elî Xamaney û malbata wî ya rêzdar û kesûkarên din ên wefat radigihînim.

Weke hevkarekî ku bi xwe şahidê hewlên wî yên ji bo aşitiya gelê Îranê û herêma me di dema desthilatdariya xwe de bû, bi rêz û minetdarî birêz cenabê Reîsî bi bîr tînim.

Weke Tirkiye em ê di van rojên dijwar û xemgîn de, weke gelek caran li kêleka cîranê xwe Îranê bin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir