• DOLAR 32.896
  • EURO 35.241
  • ALTIN 2458.25
  • ...
Weqfa Êtîman banga "Alîkariya Lezgîn a Efganîstanê" kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lehî li Mîrtîya Îslamî ya Efxanistanê di hefteyên borî de bûye sedema ziyanên canî û her wiha bi hezaran xanî wêran bûne û ziyan gihîştiye bi hezaran donim zeviyên çandiniyê.

Weqfa Êtîman ji bo ku birînên xwe bipêçin û êşên gelê Efxan ên ku ji ber lehiya mezin rojên dijwar derbas kirin sivik bike dest bi operasyona alîkariyê ya lezgîn kir.

Weqfa Êtîman ku li gelek welatên cîhanê bi fealiyetên xwe yên alîkariyê di navbera xêrxwaz û kesên hewcedar de piran çêdike, ji bo gelên herêmê yên ku di van hefteyên dawîn de ji ber lehiya li Efxanistanê zirar dîtibûn banga alîkariyê kir.

Weqfa Êtîman di peyama xwe de ev agahî dan:

“Efganîstan di encama barana zêde ya rojên dawî de rastî karesateke mezin a lehiyê hat. Bi sedan mal di bin avê de man, bi hezaran kes koçber bûne û li benda alîkariya lezgîn in. Karesata lehiyê bi taybetî ji bo zarok, kal û pîr û jinan talûkeyek mezin çêdike.

Divê em di van rojên dijwar de li cem gelê Efxanîstanê bin. Ew hewceyê alîkariya weya lezgîn in ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Em weke Weqfa Yetîman bang li xêrxwazên xwe dikin!

Alîkariyên we wê hêviyê bide mirovên hewcedar. Bi tevlêbûna xwe em dikarin birînên vê felaketa li Efxanîstanê bipêçin." (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir