Rejîma îşxalker a siyonîst heta ber destê şeveqê êrîşî Xezzeyê kir
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Li bakurê Taxa Nuseyratê ya li navenda Şerîda Xezzeyê di êrîşa hewayî ya li dijî malekê da 3 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Di bomberdûmana balafirên şer ên rejîma îşxalker a li herêma Cîbeliya El-Beled de, rojnamevan Ebdûllah El Neccar jiyana xwe ji dest da.
Bi mirina rojnamevan Ebdulah El Neccar re hejmara rojnamevanên ku ji aliyê rejîma îşxalker a sîyonîst ve li Xezzeyê hatin qetilkirin derket 148an.
Di encama êrîşa hewayî ya li ser mala Malbata Şahîn a li bajarê Xezzeyê û topbarana dijwar a li derdora Cîbalîye, Beyt Lahîya û Nexweşxaneya Kemal Advan a li bakurê Xezzeyê kuştî û birîndar hene. (ÎLKHA)