• DOLAR 33.004
  • EURO 35.364
  • ALTIN 2459.074
  • ...
Li Stenbolê operasyona tiryakê: 1 ton metamfetamîn hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir derheqê 2 operasyonên cuda yê bi navê “Narkoçelîk-17” ên ku di Stenbolê hat kirin de ji ser hesaba xwe ya medyaya civakî parvekirinek kir.

Wezîr Yerlîkaya di parvekirinê de wiha got, “Di operasyonên “Narkoçelîk-17” ya ku li Kaxithane û Beylîkduzuya navçeyên Stenbolê û Gudul û Golbaşiya navçeyên Enqereyê de di 10 adrêsên cuda û 4 erebeyên cuda hat kirin de; 808 kîlo metamfetamîna şile, 60 metamfetamîna krîstal, 136 kîlo madeya Aseton û hinek esrar hat bidestxistin. Di operasyona ku li Avcilara navçeya Stenbolê hat kirin de jî; 147,5 kîlo metamfetamîna şile û 7,5 kîlo metamfetamîna krîstal hat bidestxistin.”

Yerlîkaya ragihand ku, di encamên operayonan de yek jê biyanî 6 çêkerên tiryakê hatine qefaltin.” (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir