Xalid Meşal ji Misilmanan re banga “xwepêşandan”ê kir
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.
![Xalid Meşal ji Misilmanan re banga “xwepêşandan”ê kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/NKr8swJS6dtZTStWAAdFQ1TkJpg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/20/xalid-mesal-ji-misilmanan-re-banga-xwepesandane-kir-27480436.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Meşal îfade kir ku çeteya îşxalker bi êrîş û jenosîda xwe ya 8 mehan xwebawerîya xwe winda kiriye û vedikêşe.
Meşalê ku bang li Welatên Îslamê û Misilmanan dike got ku, “Em, ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî re rûbirû ne. Dijminê me piştî 8 meha şerê vedikêşe û xwebawerîya xwe winda dike. Em ji girseyên Ummeta xwe, ji bo sekinandina êrîşan, dorpêç kirina balyozxaneyên Emerîka û sîyonîstan û berdewama xezebê dixwazin. Tişta ku îro dikeve destê welatên erebî û Îslamî ew e ku li dijî sîyonîstan û rêveberiya Emerîkayê cepeyeke siyasî ya berfireh ava bikin. (ÎLKHA)