Ebu Ubeyde: Netenyahu dixwaze leşkerên wî di dema lêgerîna parçeyên êsîran de bimrin
Ebu Ubeydeyê Berdevkê Tuxayên Îzzedîn El-Qassamê ku Baskê Leşkerî yê HAMASê ye destnîşan kir rejîma îşxalker leşkerên ku xwe yên îşxalker wezîfedar kiriye da ku parçeyên êsîrên siyonist bigerin.
Berdevkê Tuxayên Îzzedîn El-Qassam Ebu Ubeyde li ser qanala Telegramê derbarê wan êsîrên ku ji teref rejîma îşxalker ve hatine kuştin de daxuyanîyek da.
Ebu Ubeyde di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “ Rejîma îşxalker berî niha wan êsîrên ku di destên me de bûn kuştin û a niha jî leşkerên xwe wezîfedar kirine da ku li kolanên Xazzeyê parçeyên wan êsîran bigerin. Netenyahu dixwaze leşkerên wî di dema lêgerîna parçeyên êsîran de bimrin.”
Artêşa îşxalê bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû di dema lêgerîna êsîran de leşkerekî wan ê din jî hatiye kuştin.(ÎLKHA)