Li Pakistanê otobuseke rêwîyan qeza kir: 14 mirî
Di encama qezaya ku li Pakistanê pêk hat de 14 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza li herêma Panc Peera girêdayê navçeya Xuşaba Pencabê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku têket vîrajê ji hakimiyetê derket û ji zinar gindirî newalê.
Di encama qezaya ku pêk hat de 14 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)