• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Ebu Ubeyde: Berxwedana Fîlîstînê, ji herbekî demdirêj re amade ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ebu Ubeyde di roja 224emîn a êrîşa rejîma îşxalker li dijî Xezzeyê de daxuyanî da û weha got, “Di nav 10 rojên dawîn de endamên Qessam, di hemû cepheyên herbê de 100 tank, wesayîtên barkêşê personelan û buldozerên sîyonîstan hedef girtin û îmhe kirin.”

Ebu Ubeyde diyar kir ku ew li rojhilata Refahê li dijî rejîma îşxalker zayîadên mezin dane.

Berdevkê Ebu Ubeyde îfade kur ku Tûgayên Qessam li Taxa Zeytûnê leşkerên paye bilind hedef girtine, Ebû Ubeyde îfade kir ku sîyonîst qetîlamên li dijî sîvîlan wek “serfirazîya leşkerî” dide naskirin.

Ebû Ubeyde îfade kir, “Dijmina sûcdar û artêşa wî ya wehş û hov, ji wê rojê (7ê Cotmehê) heta îro dixwaze ku îmaja xwe nû bike, encax zêdetir rezîl dibe.”

Ubeyde weha got, “Micahîdên me û berxwedêrên me li hember birçîbûnî, xerakirin, cînayet û sûcên ku heger li qeweteke superê re bê kirin ew ê çend meh berê hilweşîyana, bi qeweta xwe ya ku li pişta wan e li her derê li dijî leşkerên dijmin derbeyên kuştinê lê dixe.”

Ebû Ubeyde îfade kir ku ew ji herbekî dem dirêj re amade ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir