• DOLAR 32.856
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2429.649
  • ...
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîsê lîsteyek ji navên şehîdan belav kir, ku di nav wan de Sufyan Taye Rektorê Zanîngeha Îslamî ya Xezzeyê, Mîthat Seydamê tixtorê herî navdar ên Xezayê û wezîrê berê yê perwerdeyê Usame El-Muzeynî jî hebû.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê bal kişand ser vê yekê ku hedefgirtina vê koma bijarte di civaka Filistînê de, hewla siyonîstên îşxalker ên ji bo jinavbirina tam a zanyar û lêkolîneran piştrast dike û bal kişand ser vê yekê ku di heman heyamê de ji ber bomberdûmana îşxalkeran zêdetirî 103 zanîngeh û xwendingeh bi temamî hatin rûxandin û 311 jî qismî wêran bûn.

Ofîsê bang li zanîngeh û civata perwerdehiyê li hemû welatên cîhanê kir ku cinayetên ku wan beşeke ji tawanên jenosîdê ne, şermezar bikin û rêjîma sîyonîst û rêveberiya Emerîkayê ji van cinayetên ku wek cinayet bi nav kirin, berpirsyar dîtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir