Rejîma sîyonîst heta serê sibehê êrîşên xwe domand: Herî kêm 14 şehîd
Balafirên rejîma îşxalker ên sîyonîst heta serê sibehê êrîşên asîmanî li dar xistin, di encama êrîşê de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 14 Fîlîstînî şehîd bûn.
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, li dijî Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.
Rejîma sîyonîst ji êvarê heta serê sibehê li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşan li dar xist.
Di êrîşan de xanî û avahîyên sîvîlan hatin hedefgirtin.
Di encama êrîşa ku li En-Nuseyratê li dijî Fîlîstînîyên ku ji cîhê xwe bûne hatîye lidarxistin de 4 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek Fîlîstînî jî birîndar bûn.
Ji nexweşxaneya li Xan Yunisê re cenzeya 9 şehîdan hatin anîtin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşa li dijî Cîbalîyeyê hat lidarxistin de jî birîndar bûne.
Hat ragihandin gelek kes jî di bin kavilan de man. (ÎLKHA)