• DOLAR 32.553
  • EURO 35.092
  • ALTIN 2437.511
  • ...
Li Hîndistanê di febrîqeyê de teqîn: 2 mirî, 25 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li bajaroka Kundlîya navçeya Sonîpata wîlayeta Haryanê di febrîqeyekî de pêk hat.

Li gorî çapemenîya welat, ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de li gorî diyarîyên ewil 2 kesan canê xwe ji dest dan, 25 kesan jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku ji ber şîdeta teqînê di avahîyên kêlekê de jî zerar pêk hatin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir