• DOLAR 32.62
  • EURO 35.413
  • ALTIN 2475.406
  • ...
Serokkomarê berê ya Morîtanyayê nakeve hilbijartinan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku namzediya Serokkomarê berê yê Morîtanyayê Muhammed Uld Abdulaziz ku bi sûcdariya "dewlemendkirina neqanûnî" di girtîgehê de ye, di hilbijartinên Serokkomariyê yên ku tê plankirin di 29'ê Hezîranê de bên kirin, ji ber ku piştgirîya pêwîst nedaye hate redkirin.

Bi dehan namzedên mûxalefetê ku di nav wan de Uld Ebdulezîz jî heye, daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku "ew hegemonyaya partiyên piraniyê yên ku dijberên xwe ji nav namzetan hildibijêrin û welat ber bi hilbijartineke sexte ya yekalî ve birin, şermezar dikin."

Kampanyaya hilbijartinê ya ji bo hilbijartinên serokatiya Morîtanyayê wê 14ê Hezîranê nîvê şevê dest pê bike û 27ê hezîranê nîvê şevê bi dawî bibe. Tê plankirin ku tûra yekem a hilbijartinên serokomariyê di 29ê Hezîranê de, ger pêwîst bike gera duyem jî di 14ê Tîrmehê de were kirin. (İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir