Li Polonyayê li navenda danûstendinê ya ku 1400 dikan lê hebûn şewat
Di encama şewata ku li navenda bazirganiyê ya li Varşovaya paytexta Polonyayê derket de, nêzî hezar û 400 dikan bi temametî şewitîn.
![Li Polonyayê li navenda danûstendinê ya ku 1400 dikan lê hebûn şewat](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/L3tZOpGq9v1Q6pRzQOAfDysmVQE=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/19/li-polonyaye-li-navenda-danustendine-ya-ku-1400-dikan-le-hebun-sewat-17629187.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî xeberên çapemeniya herêmî, di saetên sibehê de li navenda bazirganiyê ya bi navê Marywilska 44 a li navçeya Bialoleka ya Varşovayê şewat derket.
Li ser xeberdayînê gelek îtfaiye, personelên tenduristiyê û ewlehiyê sewqî herêma ku navenda bazirganiyê lê bû hatin kirin.
Hat hînbûn ji ber şewatê tiştek bi kesî nehat lê belê hezar û 400 kargeh bi temametî şewitîn
Tê texmînkirin ku di şewata ku derketiye de nêzî 2 hezar kes bêkar mane, bi milyonan dolar zirara madî çêbûye.
Derheqê sedema derketina şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)