Ji bo bakur hişyarîya baran û lehîyê
Ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve ji bo 10 bajaran hişyarîya baranê hat kirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew ê baran li bajarên bi navê Mereş, Osmanîye, Hetay, Erzîngan, Erzurum, Erdexan, Qers, Agirî, Wan û Colemêrgê tesîrdar be.
Di berdewama daxuyanîyê de ji welatîyan hat daxwazkirin ku ji ber îhtîmala lehî û bilindbûna avê bi tedbîr bûn.(ÎLKHA)