Ukraynayê li Luhanskê depoya neftê hedef girt: 3 mirî 8 birîndar
Ukraynayê li bajara Luhanska ku ji teref Rûsyayê ve hatibû îlhaqkirin êrîş bir li ser depoyeke neftê.
![Ukraynayê li Luhanskê depoya neftê hedef girt: 3 mirî 8 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/E6cmnNY9st2XDvO2Uu4i1zniIjk=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/19/ukraynaye-li-luhanske-depoya-nefte-hedef-girt-3-miri-8-birindar-0d8090b9.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Leonid Paseçnikê ji teref Rûsyayê ve wek lîderê Luhanskê hatibû tayînkirin him êrîşê û him jî hejmara mirîyan teyîd kir û destnîşan kir êrîş bi mûşekên ATACMS a ku ji teref Amerîkayê ve tên bikaranîn ve hatiye kirin.(ÎLKHA)