Li nêzî Îzmîrê li dijî koçberan operasyon hat lidarxistin
Hat ragihandin li nêzî Îzmîrê li dijî koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyê operasyon hat lidarxistin.
Di encama operasyona ku hat lidarxistin de 21 koçber hatin xelaskirin û 45 koçber jî hatin girtin.
Di operasyoneke din a ku li Çeşmeyê hat lidarxistin de 45 kesên din jî hatin girtin.
Koçberên ku hatin girtin hatin şandin Midûrtîya Îdareya Koçê ya Bajêr.(ÎLKHA)