• DOLAR 32.668
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2444.789
  • ...
Hejmarê mirîyên ku li Efxanîstanê di lehîyê de mirine derket 150yan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Molla Alem Macîdîyê Walîyê Baxlanê, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir û got ku lehiyên vê dawiyê li Gozargah-e-Nûr, Jelgah, Nahrîn, Dushi, Baghlan-e-Markazi, Dahna-e-Ghori, Tala-o-Barfak û Barka û her weha li piraniya deverên eyaletê bandor bûne.

Macidî diyar kir ku ji ber lehiyê li parêzgehê herî kêm 130 kesan jiyana xwe ji dest dane û 100 kes jî birîndar bûne.

Ehmed Sîr Sacîd, serokê rêveberiya karesatan a Texarê ragihand, li navçeyên Namak Ab, Îşkamîş, Ferxar û Kafgan ên parêzgeha wî welatî 20 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Yekîneya Efxanistanê ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara miriyan herî kêm 300 ye û zêdeyî hezar xanî hilweşiyane. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir