• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
HAMAS: Em qerara Sazîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi kêfxweşî pêşwazî dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, qebûlkirina biryarnameya Civata Giştî ya NY ku tê de pêşniyar dike ku Konseya Ewlekariyê ya NY bi awayekî erênî li endamtiya Filistînê binirxîne û maf û îmtiyazên Dewleta Filistînê di NYê de xurt bike, "pêşwazî dike".

HAMAS'ê diyar kir ku "ew vê biryarê weke qebûlkirina pêwîstiya gelê Filistînê ya bi destxistina mafên xwe yên rewa dibînin" û ev bang kir:

“Em bang li gelên azad ên cîhanê dikin ku xebatên xwe xurtir bikin û her cure piştgirî û alîkariyê bidin gelê Filistînê yên ku hesreta azadî û xwerêveberiyê ne.

Her wiha bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku berpirsyariyên xwe bigire ser milê xwe, biryarnameyekê qebûl bike ku dewleta Filistînê wekî endamekî tam di Neteweyên Yekbûyî de nas bike û komkujiya li Xezzeyê ji aliyê hikûmeta dagirker a faşîst ve ku hemû binpê dike rawestîne. Qanûn û peymanên ku Peymana Neteweyên Yekbûyî li ser hatiye avakirin em bang li we dikin ku bi cidî bixebitin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir