Di 20 bajaran de operasyona tiryakê: 366 binçavî
Li dijî hilberîner û firoşkarê tiryakê di 20 bajaran de operasyon hat lidarxistin, di operasyonan de 366 kes hatin girtin.
Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir li ser hesaba xwe ya medyaya xivakî de got ku, ji teref cendirmeyê ve li dijî hilberîner û firoşkarê tiryakê di 20 bajaran de bi navê “Narkoçelîk-16” operasyon hat lidarxistin.
Weîzr Yerlîkaya got ku, di operasyonên ku li Diyarbekir, Antalya, Îzmîr, Agirî, Qastaminu, Amasya, Entab, Colemerg, Stenbol, Seqerye, Wan, Çewlig, Aydin, Tekîrdax, Çeneqqele, Xetay, Afyonqarahîsar, Riha, Gilgim û Qeyserîê hat lidarxistin de, 700 kîlo tiryak û 13 hezar heb hebên tiryakê hatin bisdestxistin. 366 kesên firoşkarê kolanan jî hatine girtin. (ÎLKHA)