Ji Yapiciogluyê Serokê Giştîyê HUDA PARê peyama 1ê Gûlanê
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi minasebeta “1ê Gulanê Roja Xebatkar û Piştevanîyê” peyamek weşand.
Yapicioglu di peyama xwe ya li ser hesaba xwe ya Xê medyaya civakî de got ku, “Divê qîmeta xwêdana eniyê bê zanîn û berî ku xwêdana karker zuha bibe bi tevahî bê dayîn. Divê sermaye êdî nebe sermayeyek ku tenê di nav dewlemendan de belav dibe.” (ÎLKHA)