Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojavayê êrîş li xanîyên Filistînîyan dike
Rejîma îşxalker a sîyonîst, li hin bajarên Şerîaya Rojavayê ya ku di bin îşxalê de ye êrîş li xanîyên Filistînîyan dike.
Rejîma îşxalker, li Meheleya Asker el-Qadîma rojhilata Nablûsê, êrîş li xanîyên Filistînîyan kir û wan bi hilweşîna xanîyên wan tehdît kir.
Rejîma îşxalker ku li hin bajarokên Cenîn, Tûlkerîm, Beytullahîm û El Xelîlê jî êrîşan kir, hin Filistînîyan derdest kir. (ÎLKHA)