Rejîma siyonist êrîş bir li ser zarok û pîrekan: 22 şehîd
Rejîma siyonist û terorîst a ku Xazzeyê dorpêç kiriye û lê qetlîman dike êrîşên xwe didomîne.
Hat ragihandin rejîma îşxal û terorê bi balafirên şer mala malbatên et-Terturi, Hîcazî, Xatib, Hawacat û Ebu Taha hedef girt.
Hat hînbûn di êrîşên ku hatin kirin de 22 kes şehîd bûn. Hat ragihandin temamê kesên ku hatine şehîdkirin zarok û pîrek in.(ÎLKHA)