Diyarberkir ji Mewlida Nebî re amade ye
Temamê hazirîyên ji bo bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin, hatin temamkirin.
Ew ê îro ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” bê lidarxistin. Amadehîyên ji bo bernameyê tev qedîyan û cihê bernameyê û temamê bajêr bi pankart û afîşan hat xemilandin.
Ew ê bernameya îro di seat 13.30an de li Parka Newrozê Qada Mîtîngê bê lidarxistin û ew ê bernama li ser ekranên Rehber Tv û medyaya civakî zindî bê dayîn.
Ji bo xelq karibe bi rihetî ji çar alîyê bajêr ber bi qadê ve were wesayîtên bêheq îsal ji teref şaredariyê ve nehatin eyarkirin.
(ÎLKHA)