• DOLAR 32.189
  • EURO 34.873
  • ALTIN 2415.039
  • ...
Ji HAMASê banga “Ji bo gorên komî lêpirsîna navneteweyî”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Nexweşxaneya Nasirê ya ku di bajarê Xan Yunisa Başûra Xezzeyê ye ji 3 gorên komî ve 392 ceset hat derxistin.

Qetlîamên nû yên artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a ku di 7ê Cotmeha 2023an de li Xezzeyê da destpêkirin derket holê.

HAMASê ku di heqê gorên komî yên ku ji Nexweşxaneya Nasirê de derket daxuyaniya nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de banga lêpirsîna navneteweyî ya bilez hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Pêwîstiya lezgîn bi avakirina komîteyeke serbixwe heye ku ji bo vekolînê li ser tawanên ku her roj ji gorên komî yên ku cesedên sivîlên nexweş û birîndar, zarok û jinên ku bi awayekî hovane hatine îşkencekirin, derdikevin holê. Her wiha nîşaneyên ku hin cenaze bi saxî hatine definkirin jî hene.” (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir