Ji meteorolojîyê ji bo 35 bajaran hişyariya “veguhastina tozê”
Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê, ji 35 bajaran re hişyariya “veguhastina tozê” da.
![Ji meteorolojîyê ji bo 35 bajaran hişyariya “veguhastina tozê”](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/8TcDVedj4Jd_QFHb8n7HfTt7g7c=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/17/ji-meteorolojiye-ji-bo-35-bajaran-hisyariya-veguhastina-toze-441c51b8.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji ber ku li Rojava û Navîna Rajavayê welêt tê payîn ku tozê bê barkirin, li hemberî neyînîyên wek kêmbûna dîtinê, kêmbûna kalîteya hewayê û astengiyên di sewqê da divê bi dîqet û baldar bin.
Tê texmînkirin ku germahîya hewayê wê li Marmara û Ege Bakur normalê demsalê be û li herêmên din ewê çend derece zêdetir be.
Pispor şîret dikin ku li hember veguheztina tozê, bi taybetî yên bi nexweşiyên nefes û dil, kal û pîr û zarok zêdetir baldar bin. (ÎLKHA)