• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Ji Yekîtîya Ereb banga sekinandina firotina çekan ji rejîma îşxalker re
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekîtîya Ereb civîneke awarte li ser asta nûnerên herdemî li dar xist û li ser geşedanên li Xezzeyê ku ev zêdetirî 200 roje rejîma îşgalker a siyonîst êrişên xwe didomîne, gotûbêj kir.

Nûnerên li hev civiyan êrîş û qirkirina rejîma îşxalker a li dijî gelê Filistînê li Xezze, Şerîeya Rojava û Mescida Eqsayê şermezar kirin.

Nûneran hişyarî dan ku niyeta rejîma îşxalker a êrîşa li ser bajarê Refahê tê wateya komkujiyeke nû ya li dijî gelê Filistînê, nûneran diyar kirin ku divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li gorî xalên Beşa 7. a Peymana Neteweyên Yekbûyî tevbigere û pabendbûna rejîma dagîrker bi agirbestê û ketina alîkariyên mirovî jê xwest ku çav biryarê bixe.

Nûneran her wiha vetoya Amerîkayê ya li ser serlêdana Filistînê ya ji bo endamtiya tam di Neteweyên Yekbûyî (NY) de şermezar kirin û diyar kirin ku ev veto nîşan dide ku Amerîka li herêmê şert û prensîbên aştî, ewlehî û îstiqrarê bi cih neaniye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir