• DOLAR 32.532
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2440.461
  • ...
Jamaîka Filistînê weke devlet naskir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kamîna Johnson Smîthê Wezîrê Karên Derveyê ya Jamaîkayê diyarkir ku, “Jamaîka ji bo çareserkirina nakokiya demdirêj a berdewam dike re parêzvaniya çareseriya du-dewletî wekî vebijarka yekane dibîne.”

Smîth wisa dewam kir, “Ev qerar li gorî dilsozîya Jamaîkayê ya bi prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî re ye, ku rêzgirtina dualî û bihevrejiyana aştiyane di navbera dewletan de, û her weha pejirandina mafê gelan ji bo çarenivîsê dixwaze ahengdar e.”

Smîth diyar kir ku ew piştgiriya hemû hewldanên ji bo kêmkirina tansîyon û pêkanîna aştiyeke mayînde li herêmê didomînin, bang li aliyan kir ku pirsgirêkê bi rêyên dîplomatîk çareser bikin.

Rêveberiya Barbadosê jî di 20ê Nîsanê de biryara naskirina Filistînê wek dewlet dabû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir