Ji ber pevçûnên li bakurê Etîyopyayê 50 hezar însan ji cihên xwe bûn
Hat ragihnadin ji ber şer û pevçûnên ku ji 13ê Nîsanê vir ve li çend bajar û bajarokên Etîyopyayê dest pê kirine zêdetirî 50 hezar kes ji malên xwe bûn.
![Ji ber pevçûnên li bakurê Etîyopyayê 50 hezar însan ji cihên xwe bûn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/lD_JiKjpI39TjnKyE6ScqD5YBvk=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/17/ji-ber-pevcunen-li-bakure-etiyopyaye-50-hezar-insan-ji-cihen-xwe-bun-d43dce6b.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Derbarê mijarê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin ji ber pevçûnên ku li bajaroka Alamata û Raya Alamataya Etîyopyaya Bakur rû dane hejmara wan kesên ku tesîrdar dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ji ber şer û pevçûnan heta niha zêdetirî 50 hezar kes ji war û malên xwe bûn.(ÎLKHA)