• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Temsîlkarên saziyên civakên sivîl bernameya mewlûda nebî nirxandin:“Hz. Mûhammed Pêxemberê cîhadê ye  ”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarê Pêxember, li Êlihê Bernameya Mewlûda Nebî ya ku bi temaya Rêberê Cîhadê HZ: Mûhammed lidar xistibû.

Temsîlkarên saziyên civakên sivîl, bernameya mewlûda nebî nirxandin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarê Pêxember Kenan Çaplik weha got:“Di vê esra tarî de terk kirina sunneta Pêxemberê me bû sebeba çi encaman, vêga ev yek bi zelalî li ber çavan e. Elhamdûlîllah, evîndarên pêxember li Batmanê meydanan tije kir. hezkirina xwe ya ji pêxember re careka din da nîşandan. Em ji temamî xelkê xwe re teşekur dikin.”

Endamê Îttîhadûl Ûlemayê M.Alî Altûn jî derbarê bernameyê de axivî û got: “Vêga îhtiyaciya me ya sereke û mûhîm, şiûr û fikra cîhada Pêxemberê me ye. Lazime ku em wê hîn bibin û bidin tetbîqkirin. Îro li Xezzeyê cîhad heye. Lazime ku herkes wek cîhada pêxember ku vêga li xezzeyê tê tetbîqkirin û nîşandayîn, di heyat û jiyana xwe de tetbîq bikin û bicîh bikin.”

Berdevkê Platforma Nesla Quranê Mehmet Emîn Sutçu, behsa Xezzeyê kir û weha got: “Ev zêdetirî 7 meha ye ku li Xezzeyê cîhad heye. Zilim jî dewam dike. Bertek û nerazîbûnên biçûk yên Ummetê jî heye. maalesef sebeba ewqas qetlîam û kuştin û qirkirinan terk kirina cîhada pêxember e. lazime ku ummet biser xwe de were û careka din temamî hal û tevger û sunneta pêxember di heyata xwe de bicîh bikin.”











Bu haberler de ilginizi çekebilir