• DOLAR 32.352
  • EURO 34.888
  • ALTIN 2394.276
  • ...
Mînîbusa ku qulipî kendalê şewitî: 3 mirî, 18 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li mehelleya girêdayî navçeya Karaîsaliyê pêk hat. Mînîbusa ku navê şifêrê wê hê ne dîyare, ji bin kontrola şifêr derket û qulipî kendalê. Di encama qulipînê de şewat di mînîbusê de derket.

Di encama qezayê de hata niha 3 kes mirin, 7 jê zarok 18 kes jî birîndar bûn. li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî, îtfaiye û polîsa hatin li cihê bûyerê.

Bi mudaxeleya ekîbên îtfaiyeyê agir hat vemirandin.

Birîndar, bi ambûlansan hat rakirin nexweşxaneyê, cesedê 3 kesên mirî jî hat rakirin morgê.

Di heqê qezayê de lêpirsîn hat detspêkirin. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir