• DOLAR 32.566
  • EURO 35.049
  • ALTIN 2433.01
  • ...
HAMAS îddiayên ku wê ofîsên xwe ji Qeterê derbasî Tirkiyê bikin red kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cebbarîn bal kişande ser wê yekê û got ku "HAMAS ji bilî Dohayê ofîsên xwe li cihekî din venakişîne. Nêzî 10 sal in li Stenbolê ofîsên Hemasê hene û heta îro jî xebatên xwe didomînin."

Cebbarîn der barê encamên ziyareta Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye ya Tirkiyeyê û pêşwazîkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da wiha got: "Di encama vê serdanê de hin rêze biryarên ku zextên Tirkiyeyê yên bi amûrên siyasî û dîplomatîk ên ji bo sekinandina rijandina xwînê li Xezzeyê û ji bo agirbestê heye derket.”

Cebbarîn her wiha diyar kir ku "Tirkîye, alîkariyên ku ji deriyê sînor ê Refahê derbasî Xezzeyê dibe hin rêze biryaran derxe du qatan." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir