• DOLAR 32.578
  • EURO 35.059
  • ALTIN 2455.879
  • ...
Mela Beşîr: "Heke dema ku qetlîam li Xezzeyê berdewam dike hûn ticareta xwe bidomînin wê demê li hêviya azabû cezayê Xwedê bin!"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo xelq karibe bi rihetî ji çar alîyê bajêr ber bi qadê ve were wesayîtên bêheq hatin eyarkirin.

Li qada bernameya Mewlida Nebî hat dîtin ji bo mêvan û ehlê bajêr birçî û bê av nemînin kermes hatiye vekirin û qada bernameyê bi al û bayraqên tewhîdê hatine xemilandin.

Her wisa li qadê hat dîtin ji bo zarokên windabûyî, kesên ku nexweş bikevin û ji bo îxtîyacên din ên însanan kon hatin danîn.

Bi hezaran kes beşdarî bernameya mewlidê ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” ya ku ku Qada Mîtîngê ya ku li kêleka otogarê tê lidarxistin bûn.

Ji bajêr û navçeyên derdorê jî gelek kes beşdarî bernameya Mewlida Nebî bûn. Bernama bi xwendina Quranê dest pê kir û bi xwendina mewlidê berdewam kir.

Di bernameyê de Mela Beşîr Şîmşekê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember axavtinek kir û balan kişand li ser rewşa Xazzeyê û ehemmîyeta cîhadê.

Şîmşek bal kişand ku di cîhadê de rêberê Mislimanan Hz Muhammed e û bi bîr xist ku îro bi taybetî li Filistîn û Xazzeyê li ber çavê alema Îslamê û dinyayê qetlîam û jenosîd tên kirin.

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir alema Îslamê vê qetlîam û qirkirinê ku tê kirin temaşe dike û wiha got: "Ev 7 meh in em li Xezzeyê qetlîaman dibînin. Bombe bi ser  zarok, jin û mirovên bêguneh de dibarin. Di van êrîşan de mizgeft, însan û temamê tiştên pîroz tên tunekirin. Heta niha 2 lîstikên girîng li ser Mislimanan hatin lîstin. Ya yekem nîqaşa “ma serê min çi pê diêşe” û ya duyemîn jî ew e ku em ji hişmendiya cîhadê û qiyamê dûr ketine. Çi dema ku qala Îslamê ji me re bê kirin bes qala zekat, nimêj, rojî û îbadetên wisa tê kirin. Weke ku Îslamê bes ev tişt e û qet qala cîhadê nayê kirin”

"Me îro ayetên cîhadê ji jiyana xwe derxist"

Şîmşek bal kişand li ser ayetên cîhadê yên di Qur'ana Kerîm de û wiha got: "Me îro ev ayetên cîhadê ji jiyana xwe derxist. Werin em li jiyana Pêxemberê xwe (s.a.w) binêrin. Pêxemberê me bi xwe ji 28 şeran re fermandartî kiriye. Pêxemberê me ji bo izzeta îslamê muhafeze bike û ji bo parastina axên Mislimanan û ji bo Îlayî Kelîmatullah bide li ser milên xwe salê 3 caran derketiye şer.”

"Dema qewm an miletek dev ji cîhadê berde, ew ê tenê rezîl bibe"

Şîmşekê ku di berdewama axavtina xwe de ayeta “(Gelî bawermendan!) Ma çi ji we bûye ku hûn di riya Xwedê de û ji bo rizgarkirina mêr û jin û zarokên muztezaf ên bindest şer nakin? Ew muste‘zefên ku dibêjin: Xwedayê me! Me ji vî welatê ku gelê wî zordar in derîne, xwediyekî ji cem xwe ji me re bişîne û ji cem xwe ji me re arîkarekî bişîne” li bîran xist balan kişand li ser ehemîyeta cîhadê û qetlîama ku li Xazzeyê hatin kirin û wiha got: “Ev zillet ne exlaqê pêxember e. Ev ne Îslama ku pêxember ji we re aniye. 37 hezar kes li ber çavên me hatin qetilkirin. Çima em ketin vê rewşê, çima ketin vê zilletê, çima erdnîgariya Îslamê îro di vê rewşê de ye. Çima li hemû welatên Îslamê xwîn dibare û pîroziyên wan tên talankirin. Çima alema Îslamê di nav zelîlîyê de ye. Pêxemberê me dibêje ‘Heger hûn cîhadê terk bikin ew ê Xweda zilletê musalletî we bike.’ Hz. Ebubekir jî dibêje ‘Qewm an jî milletek terka cîhadê bike zelîl dibe.’ Ji ber ku me dev ji cîhadê berda îro em zelîl in. 7 meh in xuşk û birayên me û zarokên me li ber çavên me perçe dikin. Xwelî li serê me be ku me dev ji cîhadê berda. Me dev ji nirxên exlaqî yên îslamî berda û li seranserê cîhanê em rezîl û rûswa bûn. Îro hinek berpirsên dewletê dibêjin “eger em ticareta bi rejîma îşxalker re rawestînin dê bazirganiya me têk biçe, ew ê hizûra dewleta me xera bibe, îqtîsada me dê xirarê bibîne. Dîsa milletên Misliman jî dibêjin Eger em eşyayên îsraîlê nekirin em ê çi bikirin.”

"Heke dema ku qetlîam li Xezzeyê berdewam dike hûn ticareta xwe bidomînin wê demê li hêviya azabû cezayê Xwedê bin!"

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de ji bo wan kesên ku ticareta xwe ya bi siyonistan re qut nakin û ditirsin ayeta “(Resûlê min!) Bibêje: Eger bavên we, kurên we, birayên we, jinên we, eşîra we, malê ku we bi dest xistiye, ticareta ku hûn ji zerarkirina wê ditirsin û xaniyên ku hûn ji wan xweş in, li cem we, ji Xwedê, ji Pêxemberê wî û ji cîhada di riya Wî de şîrîntir û xweştir bin, vêca çavlirê bin heta Xwedê fermana xwe (bi ezabê ji we re) bîne. Xwedê teqez qewmê jirêderketî nayîne ser riya rast” li bîr xist û got “Ger dema li Xazzê zarok û pîrek bên qetilkirin hûn bikevin derdê ticareta xwe wê demê li benda azab û cezayê Xwedê bin.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir