• DOLAR 32.356
  • EURO 34.878
  • ALTIN 2392.268
  • ...
Li Êlihê peyama Mewlida Nebî hat xwendin: Rêber û Serokê Me Hz. Muhammed e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarên Pêxember li Qada Mîtîngê ya li Êlihê bernameya Mewlida Nebî ya bi mijara “Rêberê Cîhadê Hezretî Muhemmed”  tertîp kir.

Bernameya ku ji bajar û navçeyên derdorê gelek kes beşdarî bûn bi xwendina Qur’an-a Kerîm  dest pê kir û bi axavtinên derbarê mijarê de berdewam kirin.

Di berdewama bernameyê de ji teref Emîn Çaplikê Alîkarê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember ve de peyameke ku ji 9 maddeyan pêk tê  hat xwendin.

Temamê peyama ku hat xwendin wisa ye:

1) Azadiya gelên mezlûm ên ku di bin zilmê de ne bi cîhadê mimkin e: Rêberê Cîhadê Hezretî Muhemmed e.

Rêya yekane ya azadiyê ya li dijî mustekbîr û zalimên ku erdnîgarîyên mezlûm di bin xwînê de dihelîn; avakirina rihê cîhadê ya ji nû ve ye.

Gelî muminan! Ma çi bi we hatiye, ku hûn di rêya Xweda de û di ber wan zilam û jin û zarokên reben de şer nakin? Ewên dibêjin: “Xwedayê me! Tu me ji vî bajarê ku xelkê wî zalim in xelas bike, ji cem xwe xwedîyekî ji me re bişînî û arîkarekî bidî me.” (Nîsa-75)

2) Îhya û hişyarîya gelên Misilman, bi fêrbûn û jiyîna Îslamê mimkin e: Rêberê ilmê Hezretî Muhemmed e.

Îlaca birînên me yên di nav xwînê de ku di nav wan serî de meseleya Xezzeyê heye; hişyarîya gelên Misilmanin. Em bi xurtî piştgirîya micadeleya ji giştik protesto û bernameyên ku li dijî sîyonîstên îşxalker û kesên ku li hemû cîhanê piştgirîya wan dikin, fetwayên alimên ku piştgirîya micadeleyên rizgarkirina Xezze, Quds û Mescîda Eqsayê ji esîr û îşxalkerîyê dikin, Misilmanên ku bi fiîlî piştgirîya vê micadeleyê dikin re didin.

3) Mihafezekirina aqîde û pîrozîyên me, bi xurtbûne mimkin e: Pêxemberê Şûr Hezretî Muhemmede.

“Doza Mescîd-a Eqsa û Qudsê” ji bo Misilmana pîrozîyeke jêneger e. “Cîhada Xezzeyê, Micadeleya Quds û  Mescîd-a Eqsayê” pîrozîya wê bixwe ye. Di bingeha sedemên êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de ev heye. Bersiva herî baş a li dijî êrîşên bêînsaf ku li ser pîrozî û rûmetên me tê kirin, tesîs kirina hêza leşkerî û sîyasîye.

4) Teheqqûq biratî û wehdetî; bi dilrehmî, nêzîkbûn û alikarîyê mimkin e: Pêxemberê Dilrehmîye Hezretî Muhemmed e.

Serokên dewletên nemisilman, di mijara piştgirîya îşxalkerên sîyonîst de rawestaneke yekbûyî dan pêşandan. Ev tablo dîsa heqîqeta “Kufir milleteke” derxist holê. Lê belê Xezzeya ku di bin zilmeke ku mînakeke wê hê nehatiye dîtin de ne, ji teref Rêvebirên dewletên qaşo Misilman ve hatine terkkirin li ser halê xwe. Ev, aczîyeteke ku nayê qebulkirin.

Em weke ummeta Îslamê berpirsîyariyên me li ser birayên me yên ku di bin zilmê de ne hene. Yên ku îmkan û derfetên wan hene ku tevlî cîhadê bibin, alîkarî û piştgirîya aborî bikin, dua bikin, li dijî dewletên emperyalîst boykot bikin, ji bo piştgirî û hevkarîyê çalakî li dar bixin, li dijî zaliman şermezar bikin û protesto bikin, hişyarkirina raya giştî, hin ji van in. Rêya xilas bûna ji rewşa belavî û zeîf ve: avakirina dilrehmî û biratiyeke bitesîr, di nava Misilmanan de ye.

5) Tesîs kirina edaleta civakî, bi edaleta Îslamê mimkin e: Pêxemberê Edaletê Hezretî Muhemmede.

Qirkirina li Xezzeyê tê kirin rê me da ku, heq û hiqûqa ku hovîtîya Rojavayê ku di ber îflasê de ye îlan kiriye ne derbasdar e. Pêymanên vir ên weke Hiqûqa Navneteweyî, Dîwanên Edaletê yên qaşo, Beyannameya Gerdûnî yên Mafên Mirovan, Peymana Neteweyên Yekbûyî mertaleke ku encax zaliman biparêz e. Aştîyeke ku tevahîya mirovahiyê dorpêç bike; encax bi edaleta Îslamê mimkin e.

6) Aştî û aramîya gerdûnî, bi demsala rehmetê ya Îslamê mimkin e: Pêxemberê Rehmetê Hezretî Muhemmed e.

Zilma li dijî Misilmanan li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Xezzeyê, rûyê rastî yê xerabiya mezin a Amerîkayê û barbariya Rojavayê derxistiye holê. Bi heman awayî, rûyê rast ê xayînên firotî ku di nava me ne ku çavên xwe ji rastiyê re digirin û  dibêjin; "HAMAS rêxistineke terorîst e" eşkere kir. Dema ku nasnameya kesên ku bindest bûne Misilmanbe wijdanê xwe datînin ser refikê, wê mehkûmî rûpelên tarî yên dîrokê bibin.

Tevî desthilatdarên dewletên emperyalîst, hebûna mirovên ku qirkirina nemirovane ya li Xezzeyê tê kirin şermezar dikin, hêviya aştiya cîhanê ye. Silav ji kesên xwedî wijdan re ku li hemberî zilmê bêdeng namînin û li hemberî vê wehşeta hovane bê ferq û cudahiya ol, ziman û nijada xwe helwesteke însanî nîşan dan. Hêviya jiyana bi hev re; famkirina Wesîqeya Medîneyê ye.

7) Aramîya ferd, malbat û civakê, tenê bi girtina Îslamê mimkin e: Rêberê Xilasîyê Hezretî Muhemmed e.

Bi destê wan hêzên şer ên îfsadê  tê xwestin civakeke bê cinsiyet û bê îffet bê derxistin holê. Ew proje û peymanên qaşo yên welatên Rojava destekê didin wan ji bo temamê dinyayê nesleke berhewa û bê haya derînin holê.  Ji bo Misliman karibin xwe ji vê fikra bê haya muhafeze bikin lazim e xwedî li îffet û namûsa xwe derkeve.

Ger li gor emrên Rebbê aleman hereket bê kirin ewê malbat cardin xwe bidin hev, hizûr cardin hakim bibe û ew ê şahî û kêfxweşîya di nav malbatê de dîsa îhya bibe. Ger jin û mêr bi şiklekî beramber ji hev hez bikin û zimanê muhabbetê bi kar bînin ew Saadetî Dareyn li wê malbatê hakim bibe. Terbiyekirina zarokan bi eleqedar û merhemetê ve girêdayî ye. Xerca herî xweşik a aştî û hizûra civakê silaî rehîm ango pirsîna nasan e.

8)Bes rêberekî civanên Misliman heye, ew jî Hz. Muhammed: Mîsal û mînakê xweşiktirîn dîsa Hz. Muhammed e.

Her ku diçe di nav civakê de bûyerên şiddetê zêde dibin, bê hizûrî û bê ewlehî jê re hed nemaye. Xort ji nirxên manewî û Îslamî dûr mezin dibin û ketine nav problemên psîkolojîk.  Ji vê yekê re zêdebûna întîharên xortan delîl e. Ev hal jî dibe sedem ku rûhê cînnetê û kaosa civakî dest pê bike. Îhyakirina xortanîyeke Misliman a ku dê xwedî li îstîqabala xwe xwedîtîyê bike bi terbîyeyeke Îslamî û bi mînak standina eshab mimkûn e.

9)Sunneta Senîyye çavkanîya îhyaya manewî û exlaqa xweş e: Hz. Muhammed e rêberê exlaqa xweş.

“Bibêje: Eger hûn bi rastî ji Xwedê hez dikin, naxwe bidin pey min, Xwedê dê ji we hez bike û li gunehên we bibore. Xwedê her gunehbexş e, dilovîn e.” Âl-i İmrân-31) Kemalbûna  di exalqê xweş û îbadetê de bi tabîbûna li Quran û Sunnetê mimkûn e. Dermanê temamê derd û kulan bi naskirin û famkirina Hz. Muhammed mimkûn e.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir