Iraq: Di êrîşa li Babîlê de 1 kes mir 8 kes jî birîndar bûn
Birêveberîya Iraqê ragihand ku, di şewata ku ji ber teqîna baregeha leşkerî ya Babîlê pêk hat de 1 kes mirîye, 8 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku ji bo pêdekirina sedemên teqînê û şewata li dora wê bê tespîtkirin heyetek ji Parastina Siwîl û pisporên ji cihên din hatiye amadekirin.
Her wiha di rapora Fermandariya Parastina Asîmanî de jî tê gotin ku berîya teqîn û piştî teqînê jî li sehaya asîmanî çi firokeyên bêfirokevan çi jî firokên leşkerî nehatine dîtin.
Hê jî tu kes êrîşê li ser xwe ne girtiye. (ÎLKHA)