• DOLAR 32.608
  • EURO 35.097
  • ALTIN 2437.004
  • ...
Li 8 bajaran operasyona “Mahzen”ê: 34 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî Xê daxuyand, îfade kir ku li 8 bajaran operasyonên hemdemî yê bi navê “Mahzen-30” hatine lidarxistin û di encamê de 34 şikdar hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin ku operasyon li bajarên Êlih, Mêrsîn, Edena, Aydin, Colemerg, Wan, Merdîn û Îzmîrê hatine lidarxistin.

Wezîr Yerlikaya diyar kir ku di operasyonan de Rêxistina Sûcên Organîze ya bi navê "Odacîlar" ku serkêşê wê Dogan Guney bû, hat berterefkirin û ji rêvebirên rêxistina sûcê Yonca Onat jî di nav de 3️4 şikdar hatin girtin.

Yerlîkaya îfade kir ku, hatiye tespîtkirin ku 18 hezar 635 welatî ji wê rêkxistina sûcê mexdûr bûne.

Di encama operasyonan de: Gelek dowîz, dokiman û amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir