• DOLAR 32.551
  • EURO 35.108
  • ALTIN 2465.287
  • ...
Li Stenbolê qeza: 2 mirî, 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li Mehelleya Akşemseddîna Kolana Ataturkê de qewimî. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, qemyon û erebeya ku di bin kontrola T.Çyê de bû li hev qelibîn.

Di qezayê de 2 şifêr û 4 rêwî birîndar bûn. li ser agahdayînê ekîbên îtfaîye, tendirustî û polîs hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Şifêrê otomobîlê T.Ç. ku tê de girtî ma bû û rêwîyê li cem wî ji teref îtfaîye ve hatin derxistin. Hat ragihandin 2 birîndarên ku bi ambûlansan hatin birin nexweşxaneyê mirin.

Ji ber qezayê her du aliyê kolanê hatin girtin, ekîbê polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir