• DOLAR 32.234
  • EURO 35.373
  • ALTIN 2521.314
  • ...
Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket  33 hezar û 970 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû zêdetirî 6 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 71 kes hatin şehîdkirin, 106 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 33 hezar û 970, hejmarê birîndaran jî derket 76 hezar û 770 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir