Li Stenbolê di febrîqeya derî de şewat derket
Li Esenyurta navçeya Stenbolê di febrîqeya derî de ji sebebeke hê ne dîyar şewat derket.
Şewat, di febrîqeya derîyan a ku li Mehelleya Talatpaşaya Kolana Fatîh Sultan Mehmetê de ye ji ber sebebek ne dîyar derket.
Li ser xeber dayînê ekîbên îtfaîye, tendirustî û polîsan hat şandin cihê bûyerê.
Karkerên ku di febrîqeyê de dixebitîn hatin tehlîyekirin, ekîbên polîsan li derdorê tedbîr girtin.
Mudaxeleya agirkujan hêj berdewam e. (ÎLKHA)