Îşxalkeran li Xezzeyê 7 polîsan qetil kir
Hat ragihandin ku, 7 polîs di encama bombekirina ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li otomobîlekê hat kirin de şehîd ketin.
Wezareta Karên Hundir yê Xezzeyê diyar kir ku, di encama bombekirina wesayitekê ya li El-Tuffaha rojhilata Xezzeyê de 7 polîsên Filistînî şehîd bûn.
Wezaretê di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir îşxalkeran berê jî polîsan hedef girtiye û bi vê hedef girtinê dixwazin ku di nava gel de tevlihevî derxin. (ÎLKHA)