• DOLAR 32.632
  • EURO 35.4
  • ALTIN 2478.014
  • ...
Demîrê Parlementerê HUDA PARê: Dersa ku li sazîya sîyasetê dikeve  dûrneketina ji rojeva gel û israrnekirina li xeletê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîr her wiha gotinên xwe wulo domand, “Ez arzû dikim ku ew zimanê berîya hilbijartinê ya ku bêbextî, heqaret û peyvên bê edep ji reqîban re dihat kirin, bila bizîvire siyaseteke maqûl, çêker û musbet.”

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî û Parlementerê Entabê yê HUDA PARê, di axaftina xwe yê di Meclîsê de wilo peyivî:

“Di serî de careke din Cejna Remezanê yê derbasbûyî yê parlementer û gel û Ummeta Îslamê pîroz dikim.

Ev civîn her wiha civîna ewil a piştî hilbijartinê ye. Bi vê sedemê daxwaza xêrê ji hilbijartin û ji encamê wê hêvî dikim. Encaman nîşan da ku saziya siyasî ji hikûmetê bigire heta muxalefetê ji welatiyên xwe dûr ketiye û berê xwe daye polîtîkayên ku gel napejirîn e. Pêşbîniya gel jî bertek nîşanî vê yekê da û bi guhertina hilbijartina xwe ya jî neçûna ser sindoqan peyamek girîng da. Dersa ku li saziya sîyasetê dikeve û ew muxatabê vê mesajê ye, dûrneketina ji rojeva gel û israrnekirina li xeletê ye. Gerek neyê ketin meylên Rovanşîst û marjinal, ez serdemeke ku têde reqabeta xizmetê hebe hêvî dikim. Ez arzû dikim ku ew zimanê berîya hilbijartinê ya ku bêbextî, heqaret û peyvên bê edep ji reqîban re dihat kirin bila bizîvire siyaseteke maqûl, çêker û musbet.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir