• DOLAR 32.586
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2437.477
  • ...
Li Êlihê ji bo bernameya “Mewluda Nebî” gul belavî gel hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorê Weqfa Evîndarên Pêxember yê Êlihê, bi tevî zarokan ji bo Mewluda Nebî ya ku îsal bi mijara “Rêberê Cîhadê Hezretî Muhemmed”, 21ê Nîsanê roja Yekşemê li qada mewludê ya li kêleka otogarê bê kirin gul belavî dikandar, gel û nexweşên li nexweşxaneyan kirin.

Feyzî Aydinê Koordînatorê Weqfa Evîndarên Pêxember ê Êlihê, di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir ku roja yekşemê seet 14.00an de wê li Êlihê bernameya Mewluda Nebî bê kirin.

“Ev 4 sal e em nikaribûn vê bernameyê çêkin”

Aydin di daxuyaniyê de got ku, “Em weke Weqfa Evîndarên Pêxember herî dawî di sala 2019an de vê bernameyê çê kiribû. Ew 4 sal e ku ji ber Pandemî û rast hatina meha Remezanê li Êlihê bernameya Mewluda Nebî nayê kirin. Emê 21ê Nîsanî roja Yekşemê li Êlihê bernameya Mewluda Nebî çê bikin. Bi vê wesîleyê îro em gul belavî gelê Êlihê re dikin û wan dawetî bernameya Mewluda Nebî dikin.”

“Em giştil gelê xwe dawetî bernameyê dikin”

Aydin got ku em bi hefteyan hazirîya xwê yên bernameya mewludê dikin û gotinên xwe wilo domand, “Em hatin dawîya hazirîyên xwe. Ji bo ku welatiyên me bi rehetî werin qada mewludê me ji 24 cihên cuda yên Êlihê wesayitên bê heq eyar kirin. Em giştik gelê xwe yên Êlihê ku Evîndarê Pêxember in dawetî bernameya Mewluda Nebî ya ku li qada mewludê wê bê kirin dikin. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir