Qemyonet û otomobîl li hev qelibîn: 1 mirî, 5 birîndar
Li Qocaelîyê, di encama li hev qelibîna qemyonet û otomobîlê de 1 kes jiyana xwe jı dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li Sevdîklîya derbasîya navçeya Korfezê ya li Şahrêya Marmaraya Bakur de hat meydanê.
Ji ber sedemekê hê ne dîyare qemyonet û otomobîl li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ekîbên 112 yê tendirustîyê, polîs û agirkuj hatin şandin li cihê buyerê.
Hat ragihandin ku di encama qezayê de 1 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin şandin nexweşxaneyên derûdorê.
Ji ber qezayê her 3 şirita Şahrêya Marmaraya Bakur a ber bi îstiqameta Stenbolê ve hat girtin dûvê dirêj yên wesayitan çêbû.
Di heqê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)