Bîlançoya qezayên di tatîlê de: 66 mirî 8 hezar û 353 birîndar
Di encama qezayên ku di demajoya tatîla eydê pêk hatin de 66 kes mirin û 8 hezar û 353 kes jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de destnîşan kir di tatîla eydê de bi tevahî 4 hezar û 998 qeza pêk hatin. Yerlîkaya di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di van qezayên ku pêk hatin de 66 kes mirin û 8 hezar û 353 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)