Mihefizên Dewrîmê yê Îranê: Me bi operasyona “Wa’dê Sadiq” erdên îşxalkirî hedef girt
Mihefizên Dewrîmê yê Îranê ragihand ku bi dehan firokeyên bêfirokevan û mûşek avêtin ser erdên îşxalkirî û çeperên rejîma siyonîst.
Mihefizên Dewrîmê yê Îranê di heqê êrîşa ÎHAyê ya ku li ser rejîma sîyonîst a îşxalker ve hat destpêkirin de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Hûrgilîyên vê operasyonê ku bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Bilind û di bin çavdêrîya Serokatîya Serpiriştiya Giştî ya Leşkerî yên Hezên bi Çek, bi piştgirî û hevkarîya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ve hat pêkanîn di demeke nêz de wê bi gelên mêrxas yên Îranê û gelên azad ên dinyayê re bê parvekirin.
Serkeftin tenê ji Xweda yê Ezîz û Hakim e.” (ÎLKHA)