Di 19 bajaran de operasyona PKKyê: 49 binçavkirin
Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundirîn diyar kir ku di operasyonên ku li ser hêmanên PKKyê li 19 bajaran hat kirin de 49 kes hatin girtin.
Wezîr Yerlîkaya, li ser hesaba xwe ya di medyaya civakî de daxuyanî da û got ku, li bajarên Stenbol, Edena, Riha, Şirnex, Agirî, Êlih, Bîlecîk, Erzirom, Duzce, Edîrne, Eskîşehir, Entab, Mereş, Kîlîs, Kocaelî, Manîsa, Mûş, Samsun û Sêrtê bi navê “Bozdogan-25” operasyon hat îcrakirin.
Yerlîkaya dîyarkir ku di encama vê operasyonan de 49 şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)