• DOLAR 32.562
  • EURO 35.003
  • ALTIN 2439.275
  • ...
Li Xazzeyê qeyrana ava paqij
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku ev bû bi mehan rejîma teror û îşxalê bi balafir û tanqan Xazzê bombebaran dike hema hema temamê binsesazîya xazzê xera bû.

Ji ber hilweşîn û xerabûna binesazîya Xazzeyê xelq nikare ava paqij bike ku ev yek jî dibe sedema qeyraneke mezin.

Neteweyên Yekbûyî derbarê mijarê daxuyanîyek belav kir û got ku ji ber peydenekirina ava paqij û ji ber zêdebûna germahîyên zêde her ku diçe nexweşîyên bi ava ne paqij zêdetir belav dibe.

Koordînatorê Alîkarîyê yê Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Jamie Mcgoldrick derbarê mijarê de diyar kir “  Li Xazzeyê însan di warê peydekirina ava paqij de gelek zêde zehmetîyê dikşînin. Ji ber tunebûna ava paqij sîstemên saîtasyonê ya însanan xera dibe û nexweşîyên ji ber tunebûna ava derdikeve holê. Lazim e bi lez hinek rêyên nû ji bo peydakirina ava pqaij bê dîtin.”

Li gorî Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê  ava qirêj dibe sedema nexweşîyên mîna kolera, emelîbûn û hepatît ayê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir