Ewrûpa Yetîm Elî li Makedonyaya Bakur ji bo zarokan xercane belav kir
Ewrûpa Yetîm Elîyê ku di çarçoveya xebatên Remezanê de li bajara Ustrumcaya Komarîya Makedonyaya Bakur e, ji bi sedan zarokan re xecane belav kir.
Ewrûpa Yetîm Elîyê ku li çar alîyê cîhanê fealîyetên alîkarîyê li dar dixe bû çend roj e li Makedonyaya Bakur e û xebatan li dar dixe.
Sazîya alîkarîyê li gundên ku girêdayê bajara Ustrumcayê ne berîya Îda Remezanê ji zarokan re xercane belav kir û li herêmê xebatên xwe jî didomînin.
Alîkarîyên ku xêrxwazan dane wan ji zarokan re wek xercaneyê belav kirin û wan kêfxweş kirin, dildarê Ewrûpa Yetîm Elîyê Sabrî Acet, îfade kir ku ew jî kêfxweşîya wan zarokan dijîn.
Acet weha got, “Em wek Ewrûpa Yetîm Elîyê berîya ku neynê Makedonyayê projeya me ya ‘Xercaneya Îdanê’ hebû. Me li vê derê vê projeya xwe bi kar anît. Xêrxwazên me ji bona ku em belavê zarokan bikin xercaneyan dabûn me. Me jî wan emanetên wan berîya îdê belav kir. Xwedê bila xêra wan qebûl bike. Em dixwazin ku bila bexşên wan berdewam bikin.” (ÎLKHA)