• DOLAR 32.595
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2440.383
  • ...
Qeyda  dengê parlamenterê partiya desthilatdar a Îngîltereyê derket: îsraîl hiqûqa navneteweyî îhlal dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di qeydên ku hatin belavkirin de tê dîtin Alicia Kearns ku temsîlkara payebilind a muhafezekaran a desthilatdar dibêje ku rejîma Siyonîst qanûnên navneteweyî binpê kiriye û divê welatê wê bêyî ku dereng bimîne, firotina çekan ji bo dagirkeran rawestîne.

Alicia Kearns Seroka Lijneya Hilbijartinê ya Karên Derve ya Meclisa Avam a Meclisa jêrîn a Meclisa Îngîltereyê di axaftina xwe ya li çalakiya xêrxwaziyê ya ku ji aliyê muhafazakaran ve hat organîzekirin de got ku dewleta Îngîltereyê ji parêzerên xwe şîretên fermî yên qanûnî wergirtiye ku sîyonîst qanûnên mirovahî yên navneteweyî li Xezayê binpê kir, lê ev yek eşkere nekir.  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir