Ji bo bakurê welêt hişyarîya barana zêde û berfê hat kirin
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê berf û baran ji nîvê şevê pêve tesîra xwe li bakurê welêt zêdetir bike.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, ew ê baran tesîra xwe li bajarên mîna Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê û ew ê berf jî li bajarên mîna Bidlîs, Wan, Mûş, Şirnex û Colemêrgê zêde bike.(ÎLKHA)