Berî vê çendakî derket holê ku xortê Misirî yê bi navê Muhammed Abdulhafiz Huseyînê ku li Misirê jê re cezaya îdamê hatibû dayîn ji teref Tirkîyê ve ji Sîsîyê darbeker re hat îadekirin. Dîmenên xortê Misirî yê bi navê Muhammed Abdulhafiz Huseyînê ku ji teref Tirkîyê ve ji Sîsîyê darbeker re hat îadekirin derket holê. Di dîmenên ku derketin holê de tê dîtin ku xortê bi navê Muhammed Abdulhafiz Huseyînê ku endamê Îxwanê ye û jê re cezaya îdamê hatiye dayîn ji paşve hatiye kelepçekirin û bi rûniştekê ve hatiye girêdan.

Muhammed Abdulhafiz Huseyîn çendîna caran diyar kir ku ew endamê Îxwanê ye û li Misirê daraza darbeker jê re cezaya îdamê daye. Huseyînê ku strîna siyasî ji Tirkîyê teleb kir daxwaza wî nehat qebûlkirin û di 18ê Çileyê de ji Misirê re hat îadekirin.

Nivîskar-Lêkolîner Mufîd Yuksel ji vê îadekirinê re bertek nîşan da û dîmena îadekirina xortê Misirî ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parve kir û destnîşan kir "Em ê li dijî van tiştên wisa qet bêdeng nemînin. Divê ew kesên ku berpirsê vî karî de ji wezîfê bên dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin."

Derbarê mijarê de ji teref rayedaran ve hêj daxuyanîyek nehatiye dayîn.(ÎLKHA)

Muhabir: Doğru Haber